Li Mêrsînê biryara girtina 32 endam û rêveberên HDPê hat dayîn

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Mêrsînê, Hevseroka Şaxa HDPê jî di nav de biryara girtina 32 endam û rêveberên HDPê hat dayîn.

Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, biryara girtina 32 endam û rêveberên HDPê bi tometa piştgiriya ji bo PKK, KCK, PYD û YPGê operasyonek hat dest pê kirin.

Hevseroka Şaxa HDPê ya Mêrsînê Bedriye Kuş û gelek endamên civata şaredariya Akdenîzê jî di nav de, biryara girtina 32 endam û rêveberên HDPê hat dayîn.

Operasyon ji aliyê Rêveberiya Polîsan a Mêrsînê ve bi beşdariya zêdetirî 500 polîsan dest pê kiriye. Heta niha gelek kes ji wan hatine girtin, lê hê hejmara wan ne diyar e.