Li zozanên Kêla Memê ya Şirnexê jiyana koçeriyê berdewam e

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Koçerên Şirnexê her sal di destpêka biharê de ji deştê koçî zozanan dikin. Koçerên ku 5 mehan li zozanan dimînin di nava zor û zehmetiyan de jiyana xwe berdewam dikin. Koçer dibêjin; kar û xebata wan zehmet be jî, ew li zozanan di nava xwezayê de bextewar in.

Ev der Zozanên Kêla Memê yên ser bi navçeya Elkê ya Şirnexê ve ne. Koçer piştî rêwîtiyeke zor û zehmet ji deştê hatine van zozanan û konên xwe danîne ber Çemê Xeçgê. Zar û zêçên malbatan bi dileke germ û rûyeke ken di nava zomeyê de dilehîzin. Jinên koçer dibêjin; her çiqas zarokên xwe hilgirin jî zarok ji wan re nabin bar.  Ji aliyekê ve xwedîkarina zarokan ji aliyê din ve kar û xebatên rojane li vê zomeyê bi keyfxweşî berdewam dike.

Koçer Lalexan Xanim: “Em sibehan zû radibin û lorigê çêdikin û taştêya şivanan amade dikin. Em hevîr distirên û nanî dipêjin, em firavîna bêrîvanan çêdikin.”

Koçer Nazê Xanim: “Zozan xweş in, ava zozanan cemidî ye, çêreyê wê şîn e. Pez li van zozanan goşt digire, qelew dibe.”

Koçer Hesîbe Beyar: “Em lehmecûnan çêdikin. Hûn lehmecûnên firinê dixwin lê em lehmecûnên li ser sêlê dixwin. Ezê bi qelî, pîvaz û bîberan lehmecunan çêbikim.”

Li vê havîngehê sohbet, di jiyana koçeriyê de li koç û dîwanan germ dibin. Mezinên malbatê, li ser kulav û tekeneyên hirî pişta xwe didin têrikên nexşandî û behsa serpêhatiyên xwe dikin.

Koçer Hecî Miheme Beyar: “Em çar mehan li vir in, 6 mehan jî li deştê ne, em li derdora Cizîrê ne, em li deştê ji bo pezî ka û cehî dikirin lê giran e.”

Koçer Hesen Geçît: “Jiyana koçeriyê berê xweş bû lê belê ji ber lêçûnên ka û ceh niha ne wekî berê xweş e. Riya me nexweş bû lê belê Îbrahîm Tayşun kepçe rêkir û riya me xweştir bû. Niha otomobilên me tên û diçin.”

Li van zozanan zivistan çiqas dijwar be bihar û havîn jî ewqas xweş in. Şivan bi şev û roj pezê xwe li çiya û zozanan bi giyayên cûrbecûr diçêrînin û ji bo dotinê pezî tînin ser çavkaniya Çemê Hîzil. Bêrîvan şîrî didoşin û ji bo çêkirina penîr, jajî û sîrikê dest bi amadekariyên xwe dikin.  

Koçer Saniya Mete: “Dema em diçin deştê dilê me nexweş e, em bêriya zozanên xwe dikin. Ev der warê me ye.  gotine ya; Şam şekir e lê belê welat şirîntir e.”

Koçer Sêvê Şeflek: “Koçerî baş e, hema derbas dibe, carina xweşî û carina nexweşî hema derbas dibe.”

Koçer Abudullah Mete: “Divê her ez werim vê derê, sebra min li vir tê. Dema ku ez li ber van teht û zinaran radizim wekî ku di cinetê de razêm, ewqas li min xweş tê.”

Koçer Xelîl Şeflek:“Li van zozanan pezkûvî hene, gur û hirç hene.  Ev deh-dazdeh sal in ku em têne van deran.”

Koçer, di dawiya pehîzê de bi sarbûna hewayê re vedigerin deştê.