Li Îranê di nava 6 mehan de 250 kes hatin bidarvekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor amarên Rêxistina Lêborîna Navdewletî, di heyama 6 mehên borî de zêdetir ji 250 kesî li Îranê hatine bidarvekirin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di daxuyaniyekê de eşkere kir, Komara Îslamî ya Îranê pêleke nû ya bidarvekirinê li dijî welatiyan pêk aniye û di şeş mehên borî de 250 kes bidarve kirine.

Amnesty di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê jî kir, dibe ku hejmara rastî ya bidarvekirinê ji vê zêdetir be û hîn hejmara darvekirinan li Îranê veşartî ye.

Hat gotin ku cezayê bidarvekirinê li Îranê "piştî darizandinên nedadperwerane û bi mikurhatinên di bin eşkenceyê de hatine dayîn, tê sepandin.

Amnesty di daxuyaniya xwe de banga li "dawîkirina pêla hovane ya darvekirinan li Îranê" kir û got: Divê dimildest ev bidarvekirin bên rawestandin.