Di nava 7 mehan de zêdetirî milyonek geştyaran berê xwe dane Duhokê

"Ji aliyê hatina geştyaran ve Duhokê rekorek tomar kir."
Devereke geştyariyê ya Duhokê
Devereke geştyariyê ya Duhokê

Duhok (K24) – Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Duhokê, di nava heft mehan de milyonek geştyaran berê xwe dane deverên geştyariyê yên parêzgeha Duhokê.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Duhokê Rêwar Mihemed ji K24ê re ragihand: “Ji aliyê hatina geştyaran ve Duhokê rekorek tomar kir, ku tenê di 7 mehên destpêka îsal de, zêdetirî milyonek geştyar hatin parêzgeha Duhokê, ev cara yekem e ku hejmareke wisa tê tomarkirin.”

Rêwar Mihemed diyar kir: “Tenê di 10 rojên Cejna Qurbanê de zêdetirî 104 hezar geştyaran berê xwe dane cihên geştyariyê yên Duhokê, ku ji wan 5 hezar kes xelkê derveryî Iraqê bûn.”

Mihemed eşkere kir: “Topbarana havîngeha gundê Perexê ji aliyê Tirkiyê ve, ti bandorek li ser hatina geştyaran nekir, berevajî vê, hatina geştyaran zêde bû.”

Sal li pey sal, hatina geştyaran bo deverên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê zêde dibe. Li gor amarên Rêveberiya Geştûguzariya Duhokê, di sala 2019an de nêzîkî 500 hezar geştyar hatin parêzgehê, lê belê di sala 2021ê de ev rêje bo milyonek û 500 hezar zêde bû, herwiha di sala 2022yan de tê çaverêkirin ku ev hejmar gelek zêdetir bibe.

Parêzgeha Duhokê xwedî sirûşteke balkêş e û 250 seyrangeh, havîngeh û cihên geştyariyê li Duhokê hene, ev jî bûye sedema wê yekê ku geştyar bala xwe bidin vê parêzgehê û rojane nêzîkî hezar geştyar serdana vê parêzgehê dikin, ku piraniya wan xeljê naverast û başûrê Iraqê ne.