Li Diyarbekirê cotkar berê xwe didin çandina garis

Di salên dawî de li Diyarbekirê ji dêvla pembû û genim, cotkar berê xwe didin hilberîna garis ku di nava 20 salên dawî de li Diyarbekirê hilberîna garis %300 zêde bûye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di salên dawî de li Diyarbekirê ji dêvla pembû û genim, cotkar berê xwe didin hilberîna garis ku di nava 20 salên dawî de li Diyarbekirê hilberîna garis %300 zêde bûye. Cotkar dibêjin ji ber ku hilberîna wê hêsantir e û lêçûna wê kêmitr e, ew berê xwe didin garis.

Ji ber bihabûna elektrîk û tovên di qada çandiniyê de tên bikaranîn cotkar berê xwe didin rêyên alternatif û berhemên ku lêçûna hilberîna wan erzan in dineqînin.

Ev yek li Diyarbekirê jî tê dîtin ku di salên dawîn de cotkarên Diyarbekir ji dêvla pembû û genim, berê xwe didin hilberîna garis û her ku diçe zeviyên garis zêdetir dibin.

Cotkar amaje dikin, ji ber ku dahatên wan ber lêçûnên wan de bêwate dimîne, ew jî dest bi hilberîna berhemên wek garis dikin.

Cotkar Nîzamettîn Turan ji K24ê re diyar kir: “Min 15 salan pembû ajot. Ev 10 sal in jî cotkariya garis dikim. Lêçûna garis kêmtir e û ne hewce ye ku em xebatakaran werbigrin. Dema rakirinê makîne dikeve navê û kom dike. Cotkariya garis hêsantir e.”

Kîsek tovê garis 1500 lîre ye û ji kîsekê 6-7 donim garis tê hilberîn û serê donimê jî kêmzêde 1200 ton garis tê bidestxistin ku pêkan e ev yek zêdetir be jî, ji ber vê yekê cotkar balê dikşînin axa Diyarbekir ku ji bo hilberîna garis gelek guncav e.

Cotkar Sadettîn Çetîn ji K24ê re got: “Em ji garis gelek memnûn in. Tovek tê avêtin 770 heb jê derdikevin. Erdê me ji garis re baş e. Dema ajotinê û avdanê de mirov zêde naweste. Hêsan e.”

Dewlet di hilberîna garis de serê tonekê 30 lîre piştgirî dide û serê donimekê jî 29 lîre piştgiriya mazot û sergînê dide ku sala borî di bazarê de bihayê 1 ton garis 1100 lîre bû û îsal tê pêşbînîkirin ku 1 ton navbera 5500 û 6000 lîre de be.

Di sala 2004an de li Diyarbekirê 32 hezar ton garis hatibû hilberîn û di sala 2021an de li Diyarbekirê hilberîna garis gihiştiye 400 hezar tonî.