Ferhenga nû ya Zana Farqînî hat nasandin

Li Diyarbekirê Ferhenga Kurdî - Tirkî ya zimanzan û lêkolînerê Kurd Zana Farqînî ji bo xwendevanan hat îmzekirin û nasandin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ferhenga nû ya Kurdî - Tirkî ya zimanzan û lêkolînerê Kurd Zana Farqînî ji bo xwendevanan hat îmzekirin û nasandin. Di merasîmê de ku li Komeleya Ziman Çand û Huner a Mezopotamyayê (Med-Der) birêve çû, bal hat kişandin ku hemû kar û xebatên zimanê Kurdî di bin zextan de, di nav bêderfetî de tên kirin, lê ligel hemû astengiyan jî hezkiriyên Kurdî berhemdayînên xwe berdewam dikin.

Bi piştgiriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û hevkariya Med-Derê merasîma danasîn û îmzekirina Ferhenga Kurdî-Tirkî ya lêkolîner û zimanzanê Kurd Zana Farqînî hat lidarxistin.

Farqînî bal kişand ku xebat û lêkolînên Kurdî, di şertên bê derfetî û di bin zext û pêkutiyan de tên kirin, lê ew serbilind in ku di van şertan de jî berhevkarî û berhemdayîna xwe berdewam dikin.

Zana Farqînî ji K24ê re diyar kir: “Her neteweyekî ferhenga wan heye ku yek sitûnên zimanê nivîskî ferheng e, çawa ku alfabe û gramer jî pêwist e. Zimanên xwedan dewlet hene, zimanên bê dewlet hene, zimanên qedexekirî hene, zimanên serbest ku piştgriyên wan tên kirin hene. Dema ku derfet û perwerdehî hebe, ew ziman geşe bi xwe dide. Lê zimanên din dev ji geşepêdanê berdin, ji heyiyên xwe têk dide. Loma jî ji bo me qeydkirina dengên pêşiyên me ku ez dibêjim zimanê me dengê pêşiyên me ye û  hewla min jî hewla qeydkirina wan dengan e, da ku ew deng, ji vê dinyayê nebirin û nemirin.”

Zana Farqînî bi piştgiriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 2004an de yekem ferhenga Kurdî - Tirkî ku nêzîkî ji 136 hezar peyv û têgehan pêk dihat weşandibû, niha jî bi lêkolîn û xebatên 18 salên dawî nêzîkî 88 hezar peyv û têgeh li ferhengê hatine zêde kirin û ferhenga nû bi nêzîkî 224 hezar peyv û têgehan hatiye çapkirin û weşandin.

Hevserokê Med-Derê û Nivîskar Rifat Ronî jî bal kişand ser wê yekê ku ziman destnîşana hebûn û xweberdewamiya neteweyan e û ferheng jî yek ji stûnên ziman e. Loma jî berhem û xebatên wiha ji bo gelê Kurd jî ciyê kêfxweşî û şanaziyê ye.

Rifat Ronî ji K24ê re diyar kir: “Çawa ku bav û bapîrên me, teqrîben 320 sal berê Ehmedê Xanî ferhenga ji bo zarokên Kurd bi ‘Nûbihara Biçûkan’ amade kiribû radestî zarok û neviyên xwe kiribû; Em îro jî bi kêfxweşî dibînin ku zarok û nevîyên Ehmedê Xanê jî dane ser şopa wî û ew jî di wê hewldanê de ne, da ku zimanekî tekûz radestî zarok û neviyên xwe bikin.”

Nivîskar û lêkolînerên Kurd, di pêşerojê de, amadekirina ferhengên Kurdî - Kurdî jî girîng nirxandin û ragihandin ku divê piştgriya lêkolîner û nivîskaran bê kirin da ku ew jî zêdetir û baştir xebatên xwe bimeşînin.