Kebaba Cîgerê ya Diyarbekirê di nav xwarinên bi tam de hat tomarkirin

Yek ji xwarinên navdar ên Diyarbekirê; Kebaba Cîgerê ji aliyê Enstitûya Pesendkirinê ya Tirk ve hat tomarkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Yek ji xwarinên navdar ên Diyarbekirê; Kebaba Cîgerê ji aliyê Enstitûya Pesendkirinê ya Tirk ve hat tomarkirin. Ji bo ragihandina vê biryarê û danasîna Cîgerê, Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê li ser Pira Dîcleyê çalakiyek li dar xist. Rayedarên saziyên bazirganî û welatiyan gotin ku; ev biryar ji bo danasîna bajêr jî gaveke girîng e.

Kebaba Cîgerê ya Diyarbekirê di nava lîsteya tamên ku hatine tomarkirin de cihê xwe girt. Ji bo ragihandin û danasîna kebaba Cîgerê, bi pêşengiya Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê û beşdariya parlementer, nûnerên jûr û rêxistinên civaka sivîl û welatiyan li ser Pira Dîcleyê çalakiyek hat lidarxistin. Rayedarên Jûra Bazirganiyê gotin ku; bi vê gavê dê eleqeya ji bo Cîgerê zêdetir bibe.

Serokê Encûmena Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê Celaledîn Bîrtane diyar kir: “Dema ku xwarin û vexwarinên Diyarbekirê têne tomarkirin ev tê wateya ku ev xwarin û vexwarin di nava gel de tên naskirin.”

Li ser pira dîrokî, deh menxel hatin danîn û hosteyan Cîger pijandin û pêşkêşî mêvanan kirin. Di çalakiyê de 600 porsiyon Cîger hat belavkirin. Hosteyên Cîgerê ragihandin ku bi sedsalan e li bajêr çanda xwarina Cîgerê heye û bi tomarkirina Cîgerê jî dê ev çand her berdewam be.

Hosteyekî Cîgerê got: “Cîgera Diyarbekirê naşibe cîgera ti bajareke din, em Cîgera dewaran bi kar naynin, li vê herêmê ti kes ji bilî cîgera berxan cîgereke din napijîne, ferqa wî ji vir tê.”

Welatiyên ku beşdarî çalakiyê bûn û cîger xwarin jî gotin;  hata ku mirov li Diyarbekirê cîgerê nexwe bila mirov nebêje min cîger xwariye.

Welatiyeke bi navê Hediye Xanim diyar kir: “Ev gav ji bi Diyarbekirê gelek baş bû, tama Cîgerê gelek xweş e.”

Merwan Beg jî dibêje: “Cîgera Diyarbekirê tê naskirin, bi tam û lezata xwe dê êdî di cîhanê de jî baştir bê naskirin. Em bi vê yekê gelek keyfxweş in.”

Herwiha Serdar Baturay jî eşkere dike: “Tomarkirina kebaba Cîgerê ji bo bajarê me gaveke gelek girîng e. Ev gav ji bo danasîna bajarê me û geşbûna abûriya me jî gelek baş bû.”

Bi tomarkirina kebaba Cîgerê re, 48 xwarinên Diyarbekirê hatin tomarkirin. Piştî vê yekê di mehên bê de dê festîvala kebaba Cîgerê jî were lidarxistin.

Cîgera Diyarbekirê ya berx û pezî ye, dema ku baş tê çêkirin wekî loqumê çêdibe. Mirov dikare di taştê, firavîn û şîvê ango sê danên rojê vê Cîgerê bixwe.