Almanya: Tirkiye hevbeşeke me ya sereke ye

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock beriya serdana xwe ya Yûnanistan û Tirkiyê ragihand: “Divê ev herdu welat kêşeyên xwe bi rêya danûstandinan çareser bikin."
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock beriya serdana xwe ya Yûnanistan û Tirkiyê ragihand: “Divê ev herdu welat kêşeyên xwe bi rêya danûstandinan çareser bikin, ne bi rêya teblihevî û aloziyê.”

Annalena Baerbock diyar kir, yekbûna hevpeymanên NATO û hevbeşên Ewropayê, di vê demê de ji hemû deman girîngtir e û got: “Tirkiye hevbeşeke girîng e ji bo me û welatekî wisa ye ku ji hemû welatên din zêdetir pêwendiya wê bi me re heye.”

Baerbock eşkere kir: “Em ê weke her dem bi zelalî û eşkere ligel hev li ser navbeynkariya Tirkiyê gotûbêjê bikin, ku bûye sedema rêlibergirtina qeyrana herî mezin a li Deryaya Reş.”

Biryar bû, Wezîra Derve ya Almanyayê di 8-10ê Hezîranê de serdana Yûnanistan û Tirkiyê bike, lê belê ji ber ku testa wê ya Koronayê pozîtîv derket, serdana xwe paş xist.

Îna bor, Rûsya û Ukrayna li Stenbolê bi çavdêriya Serokomarê Tirkiyê û Sekreterê Giştî tê Neteweyên Yekbûyî, rêkeftinek îmze kirin, ku armanca rêkeftinê hêsankirina gihîştina genimê Ukraynayê bo bazarên cîhanê ye.