Mehdî Eker: Ez piştgiriya daxwazên perwerdehiya zimanê Kurdî dikim

Wezîrê berê yê Cotkarî û Ajalvanî yê Tirkiyê Mehdî Eker, parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê û rêveberên AK Partî yên Diyarbekirê, civîna nirxandina meha Tîrmehê li dar xist.
Civîna Mehdî Eker ligel rêveberên AK Partî yên Diyarbekirê, wêne: K24
Civîna Mehdî Eker ligel rêveberên AK Partî yên Diyarbekirê, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) bi beşdariya Wezîrê berê yê Cotkarî û Ajalvanî yê Tirkiyê Mehdî Eker, parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê û rêveberên AK Partî yên Diyarbekirê, civîna nirxandina meha Tîrmehê li dar xist. Di civînê de hem nirxandin hat kirin, hem jî bersiva pirsên rojnamevanan hat dayîn.

Wezîrê berê yê Cotkarî û Ajalvanî Mehdî Eker di civînê de, ragihand ku ew daxwazên ji bo perwerdehî û bipêşxistina zimanê Kurdî dişopînin û piştgriya wan daxwazan jî dikin.

Mehdî Eker bal kişand ku Kurdî zimanê zikmakî yê wî ye jî û ji Kurdî hez dike û dilxwaz û daxwazkarê zêdekirina derfetên bipêşxistina zimanê Kurdî ye.

Eker anî ziman ku ew wek endam û rêveberên AK Partiyê li Diyarbekirê, li navçe, tax û malan digerin û hewla çareseriya hemû daxwazan didin. Her wisa bi wezaret û rêveberiyên berpirs re jî hem ji bo cîbicîkirina daxwazên ji bo Kurdî, hem jî çareseriya kêşeyên din, di danûstandinan de ne.

Wezîrê berê Mehdî Eker ji rojnamevanan re da zanîn ku ew pirsgirêkên civakê ji nav civakê guhdarî dikin û ji ber hişkesalî, kêşeyên avê, kêşeyên elektrîk û giranbûnên li bazarê dizanin û ji bo çareseriya wan pirsgirêkan jî derfetên heyî bikar tînin.

Eker ragihand ku di nav salekê de, li Diyarbekirê kêm zêde 20 hezar karmendên nû bi garantî dest bi kar kirine û dê ji bo bi berdewamî bidestxistina encamên wiha erênî hewldan û xebatên xwe bidomînin.