Almanya: Em ne ligel ti êrîşeke nû ya Tirkiyê ya li axa Iraq û Sûriyê ne

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand, ew ne ligel ti êrîşeke nû ya Tirkiyê ne.
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, wêne: AFP
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand, ew ne ligel ti êrîşeke nû ya Tirkiyê ya li nav axa Iraq û Sûriyê ne û her şerekî nû, ji bo xelkê sivîl dibe sedema êş û janên nû.

Annalena Baerbock di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Nabe bi hinceta berevaniyê, êrîşeke din bi ser bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê were kirin, her şerekî nû, ji bo xelkê sivîl dibe sedema êş û janên zêdetir, çimkî neseqamgîriya navçeyê, dibe sedema bihêzbûna rêxistinên weke DAIŞê.”

Baerbock got: “Mafê hikûmeta Tirkiyê ye ku berevaniya xwe bike, em jî dizanin PKK li ser Tirkiyê gef e, loma PKK ji aliyê Yekîtiya Ewropayê û Almanyayê ve ketiye nav lîsteya terorê, ji bo her pêngaveke berevajî, divê li gor yasayên navdewletî li hember wan tevbigerin.”