Xwepêşanderên Sedir gihîştin ber deriyê navçeya Kesk

Hêzên ewlehiyê derdora xwepêşdanderan dorpêç kirine.

Hewlêr (K24) – Xwepêşanderên alîgirên Tevgera Sedir gihîştin ber deriyê navçeya Kesk û hewl didin berbestên li ber derî rakin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, xwepêşander dixwazin têkevin navçeya Kesk, di heman demê de hêzên ewlehiyê derdora xwepêşdanderan dorpêç kirine.

Alîgirên Tevgera Sedir xwepêşandana xwe didomînin û dixwazin, daxwaza Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir were cîbicîkirin, ku daxwaz kiribû, kesê ku dê bibe serokwezîrê nû, dibê kesekî gendel nebe û beriya niha nehatibe ceribandin.

Xwepêşander li ser wê yekê rijd in ku namzedê Nûrî Malikî yê ji bo Serokwezîriya Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî were dûrxistin, Çarçoveya Hevahengiyê jî li ser namzedkirina Sûdanî rijd e û heta niha daxwaza alîgirên Sedir bi cih nekirine.