Xwepêşander daxwaza hilweşandina Parlamento û Dadgeha Federalî dikin

Wêneyên Muqteda Sedir bilind dikin û nerazîbûna xwe li Çarçoveya Hevahengiyê nîşan didin.

Hewlêr (K24) – Xwepêşanderên Bexdayê rijd in ji bo derbasbûna navçeya Kesk û dibêjin, du nameyên wan ji bo aliyên siyasî hene û daxwaza hilweşandina Parlamentoya Iraqê û Dadgeha Federalî dikin.

Îro şemiyê 30ê Tîrmehê, careke din xwepêşanderên Tevgera Sedir derketin kolanan û ala Iraqê û wêneyên Muqteda Sedir bilind dikin û nerazîbûna xwe li Çarçoveya Hevahengiyê nîşan didin.

Xwepêşander bi giştî li dijî birêveçûna her cûre civînên Parlamentoya Iraqê yên li ser pêkanîna hikûmeta nû ji aliyê Çarçoveya Hevahengiyê ne û ew namzedbûna Mihemed Şiya Sûdanî ji bo wergirtina postê serokwezîriyê, red dikin.

Roja 25ê Tîrmeha 2022yan, Çarçoveya Hevahengiyê ragihand, Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Serokwezîrê Kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê namzed e. Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ev namzed red kir, lê belê Çarçoveya Hevahengiyê li ser nazmedkirina Sûdanî rijd e.