Di nava xwepêşanderên li Bexdayê de hejmarek ji birîndaran hene

Hêzên ewlehiyê gazên rondikrêj li hember xwepêşanderan bi kar anîn.

Hewlêr (K24) – Li Bexdayê alîgirên Tevgera Sedir xwepêşandanê dikin û piştî ku hewl dan derbasî navçeya Kesk bibin, hejmarek xwepêşander birîndar bûn.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, hêzên ewlehiyê gazên rondikrêj li hember xwepêşanderan bi kar anîn û di dîmenan de jî xuya dike ku hejmarek xwepêşander birîndar bûn.

Her çiqas Wezareta Tendirustiyê ragihand ku 3 birîndar di xwepêşandana îro ya Bexdayê de hene, lê belê jêderên medyaya Iraqê diyar dikin ku heta niha 7 kes birîndar bûne.

Xwepêşander bi giştî li dijî birêveçûna her cûre civînên Parlamentoya Iraqê yên li ser pêkanîna hikûmeta nû ji aliyê Çarçoveya Hevahengiyê ne û ew namzedbûna Mihemed Şiya Sûdanî ji bo wergirtina postê serokwezîriyê, red dikin.

Roja 25ê Tîrmeha 2022yan, Çarçoveya Hevahengiyê ragihand, Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Serokwezîrê Kabîneya nû ya Hikûmeya Iraqê namzed e. Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ev namzed red kir, lê belê Çarçoveya Hevahengiyê li ser nazmedkirina Sûdanî rijd e.