Tevgera Sedir hişyariyeke bilez dide aliyên siyasî

Destdirêjiya ser xwepêşanderan dixe stûyê aliyên siyasî.
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir

Hewlêr (K24) – Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de hişyariyeke bilez dide aliyên siyasî û destdirêjiya ser xwepêşanderan dixe stûyê aliyên siyasî û dibêje, hêzên ewlehiyê ligel çaksaziyê ne û çaksazî ligel wan e.

Daxuyaniya Tevgera Sedir arasteyî aliyên siyasî hatiye kirin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku pereyên xelkê Iraqê dizîne, loma destdirêjkirina ser xwîna xwepêşanderan rawestînin.

 

Ji duh ve li Bexdayê xwepêşandan dest pê kiriye, îro danê sibê xwepêşanderan berê xwe dan navçeya Kesk a li Bexdayê, heta niha 13 xwepêşander birîndar bûne. Mistefa Kazimî bi navê Fermandarê Hêzên Giştî yên Hêzên Çekdar ên Iraqê di daxuyaniyek de ji hêzên ewlehiyê daxwaz kir, xwepêşanderan biparêzin, herwiha ji xwepêşanderan jî xwest, pabendî xwepêşandaneke aştiyane bin.