Xwepêşander gihîştin nav hola Parlamentoya Iraqê

Bexda (K24) – Hejmarek xwepêşanderên Bexdayê gihîştin nav hola Parlamentoya Iraqê.
Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand: “Hejmarek xwepêşander di berbestên li ber navçeya Kesk re derbas bûn û gihîştin hola Parlamentoya Iraqê.”
Herwiha eşkere kir: “Xwepêşander bi rêrewên pira Komarî, durêya Zeytûn, durêya Salihiye têne deriyên navçeya Kesk, herwiha hêzeke mezin a ewlehiyê li navçeya Kesk belav bûne.”
Li gor amarên li ber destê Peyamnêrê Kurdistan24ê, di xwepêşandanên îro yên li Bexdayê de nêzîkî 30 kes birîndar bûne, ku ji wan 17 kes xwepêşander in û yên din karmendên hêzên ewlehiyê ne.”