Tendirustiya Iraqê: 60 birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin

Rewşa 14 birîndaran xirab e.
Xwepêşanderekî birîndar ber bi nexweşxaneyê tê veguhestin, wêne: Reuters
Xwepêşanderekî birîndar ber bi nexweşxaneyê tê veguhestin, wêne: Reuters

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir, heta niha 60 birîndarên xwepêşandana Bexdayê li nexweşxaneyan hatine pêşwazîkirin û rewşa 14 birîndaran xirab e.

Ajansa nûçeyan a Iraqê ragihand, Wezareta Tendirustiyê li sê nexweşxaneyên cuda pêşwazî li 60 birîndarên xwepêşandana îro kirine, bi awayekî berdewam jî diçin hawa birîndaran û çareseriya wan dikin.

Li gor ajansa nûçeyan a Iraqê, 35 birîndar rakirine nexweşxaneya Kirame, ku piraniya haletên wan ji navîn ber bi giraniyê ve ye, 27 birîdarên din jî bo nexweşxaneya Yermûk hatine veguhestin, ku rewşa 6 birîndaran ne baş e û 8 haletên din ên nebaş jî, bo nexweşxaneya Şêx Zayid hatine veguhestin.

Di xwepêşandana alîgirên Sedir de hejmarek xwepêşander birîndar bûn, Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, hêzên ewlehiyê gaza rondikrêj li hember xwepêşanderna bi kar anî, di dîmenan de jî xuya dike ku di xwepêşandanê de hejmareke zêde ji birîndaran hene.