Xwepêşanderan berê xwe dan mala Emar Hekîm

Bexda (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Bexdayê Çekdar Cemal ragihand: “Xwepêşander ji navçeya Kesk ber bi mala Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî Emar Hekîm ve diçin.”
Xwepêşanderên Bexdayê berbestên navçeya Kesk derbas kirin û beriya demeke kin, derbasî nav hola Parlamentoya Iraqê bûn.
Ev di demekê de ye ku ji duh ve xwepêşanderan piraniya baregehên Tevgera Hîkme daxistin.
Îro danê sibê, alîgirên Tevgera Sedir li Bexdayê dest bi xwepêşandanê kirin û tevî hebûna hêzeke mezin a ewlehiyê, karîn berbestên navçeya Kesk derbas bikin û careke din biçin nav hola parlamentoyê.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Iraqê, heta niha di xwepêşandana îro de 60 xwepêşander birîndar bûne.