Tevgera Sedir daxwazekê ji alîgirên xwe dike

Hewlêr (K24) – Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de peyamek arasteyî alîgirên xwe kir û ragihand, eger hûn dixwazin, dengê xwe bigihînin (Desthilata Dadwerî ya Iraqê), lê belê em qebûl nakin destdirêjî li wan bê kirin.
Tevgera Sedir li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir, ew razî nînin li ser destdirêjkirina ser Encûmena Dadwerî ya Iraqê.
Di twîta Tevgera Sedir de bi hashtagê daxwaza destpakiya dadweriyê hatiye kirin, tevî wê jî hatiye xwestin ku Encûmena Dadwerî serbixwe be.
بسمه تعالى
— وزير القائد - صالح محمد العراقي (@salih_m_iraqi) July 30, 2022
إن شئتم إيصال صوتكم (للقضاء العراقي) فلا نرضى بالتعدي عليهم...#نزاهة_القضاء_مطلبنا#استقلالية_القضاء_مطلبنا
وزير القائد
صالح محمد العراقي
Îro danê sibê, alîgirên Tevgera Sedir li Bexdayê dest bi xwepêşandanê kirin û tevî hebûna hêzeke mezin a ewlehiyê, karîn berbestên navçeya Kesk derbas bikin û careke din biçin nav hola parlamentoyê.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Iraqê, heta niha di xwepêşandana îro de 60 xwepêşander birîndar bûne.