Kazimî: Agirê fitneyê dê her kesî bişewitîne

Kazimî: Hezar roj ji guftûgoyan ji kêlîkekê ku dilopek xwîna Iraqiyekê tê de bê rijandin baştir e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyamek arasteyî xelkê Iraqê û aliyên siyasî kir û tê de daxwaz kir, alî li ser maseya guftûgoyan kom bibin û xwe ji zimanê tometbarkirinê dûr bixin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peyama xwe de ragihand, “Gelê me bi hesreta jiyanê ye, ji şer, xwîn, pevçûn, tolhildan û pevçûnê hez nake, ji kîn û nefretê hez nake û bi qasî qurbaniyên dane û êş û azarên dîtine, li hêviya pêşerojeke geş e.”

Kazimî daxwaz kir, “Li gorî vê yekê divê aliyên siyasî ji bo xatirê Iraq û Iraqiyan rûnin, danûstandinan bikin û bigihin hevtêgihîştinê û dev ji zimanê xiyanet û dûrxistinê berdin û ruhê niştimanperwerî yê bilind û berfireh nîşan bidin. Hezar roj ji diyaloga nerm ji wê kêlîkekê ku dilopek xwîna Iraqiyekî tê de tê rijandin baştir e.”

Kazim bang li hemû aliyan kir, aram, bi sebir û aqilane bin û xwe ji pevçûnan dûr bixin. Her wiha bang li welatiyan kir jî ku bi hêzên ewlehiyê re nekevin pevçûnan û rêzê li saziyên dewletê bigirin.

Serokwezîrê Iraqê got jî: “Divê em hemû hevkar bin ji bo rê li ber kesên ku lezê didin fitneyê bigirin. Her kes baş bizane ku agirê fitneyê dê her kesî bişewitîne.”