UNAMI bang li hemû aliyan dike ku aloziyan kêm bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) di peyamekê de nîgeraniya xwe derbarê bilindbûna asta aloziyan nîşan da.

Şandeya Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Aloziyên berdewam cihê nîgeraniyê ne, ji ber vê yekê pêwîstî bi dengên aqil û hişmend hene da ku rê li ber tundûtûjiyê bigirin. Li gorî vê yekê jî em bang li hemû aliyan dikin ku ji bo berjewendiya hemû Iraqiyan, aloziyan kêm bikin.”

Ev peyama UNAMI li piştî wê yekê tê, Muqteda Sedir bi riya wezîrê Mihemed Salih Iraqî re di peyamekê de daxwaz kir ku UNAMI roleke erênî bigire û piştgiriya gelê Iraqê bike.

Wî wezîrê ser bi Sedir ve nivîsî: “Em daxwaz ji UNAMI dikin, piştevaniyê li gelê Iraqê bike, ji bo bidawîkirina gendeliyê ku her tişt têk daye.”