Plasschaert: Enfalkirina Barzaniyan hewleke ji bo qirkirina Kurdan bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert di merasîma vegerandina termên 100 Barzaniyên enfalkirî de ragihand, enfalkirina Barzaniyan hewleke rejîma berê ya Iraqê bû ji bo qirkirina Kurdan.

Plasschaert di axaftina xwe ya di merasîma vegerandina termên 100 Barzaniyên enfalkirî de got: “Divê em her tim têbigihin rewşa dijwar a ku malbatên enfalkiriyan tê re derbas bûne.”

Got jî: “Operasyona Enfalê jenosîd e û hewla jinavbirina gelê Kurd ê serbilind bû.” Tekez kir jî: “Em îro ji bo rêzgirtina van qurbaniyan hatin vir, da ku ev karesat dubare nebin.”

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê destnîşan kir: “Iraq û Herêma Kurdistanê niha di qonax û xalên girîng ên guhertinê re derbas dibin.”

Plasschaert got: “Di roja bibîranîna qurbaniyên enfalê de hevxemiya xwe nîşan didim, û ev pêngavek e ji bo rûbirûbûna hemû kesên ku van reftarên li hember mirovan dikin.”