Wezîra Derve ya Almanyayê bi CHP û HDPê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Almanya li Enqereyê ligel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komarî ya Gel (CHP) civiya.

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock li Enqereyê piştî civîna îro ya ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu, li Enqerê bi cuda ligel berpirsên HDP û CHP’ê civiya.

Civîna Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar û Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock, 35 xulekan dirêj kir. Berdevka Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Uca û Parlamentera Mûşê Şevîn Coşkun beşdarî civînê bûn.

Di civînê de doza girtina HDP’ê, Doza Kobanê, girtiyên siyasî, egera operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha duhî Wezîra Derve ya Almanyayê nerazîbûna xwe li dijî egera operasyona Tirkiyê li Bakurê Sûriyê gihandibû berpirsên Tirkiyê.