Washington li ser xwepêşandanên Bexdayê banga “xwegirtinê” dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê ragihand, ew aloziyên li Bexdayê rû didin ji nêzîk ve dişopînin û banga xwegirtinê kir.

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê li ser rûpela xwe ya “Facebook” belav kir: “Em ji nêzîk ve aloziyên îro li Bexdayê rû didin dişopîbin û ji raporên behsa tundûtûjiyê dikin nîgeran in.”

Destnîşan kir jî: “Mafê xwepêşandanên aştiyane û azadiya raderbirînê di destûra Iraqê de hatine garantîkirin.”

Her wiha got: “Em bangên li aliyên siyasî yên Îraqî yên ji hemû pêkhateyan dikin ku xwe bi xwe bigirin, ji tundûtûjiyê dûr bikevin û nakokiyên xwe yên siyasî bi proseyeke aştiyane li gorî destûra Iraqê çareser bikin.”