Mesrûr Barzanî: Êdî nabe pirsa qerebûkirina qurbaniyên rêjîma berê were piştguhkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Di vê bîranînê de, em careke din pêdagiriyê li ser qerebûkirina kesûkarên qurbaniyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi boneya salvegera enfala Barzaniyan û vegerandina termên 100 Barzaniyan de ragihand, “Bibîranîna jenosîdkiina Barzaniyan di heman demê de, bibîranîna hemû enfalkiriyan û şehîdên Kurdistanê li Germiyan, Badînan, Balîsan, Şêx Wesnan, Kurdên Feylî û Şingalê ye.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Em îro bîranîna yek ji tawanên mezin yên nayên jibîrkirin ên rêjîma berê ya Iraqê bi bîr tînin ku komkujî û jenosîdkirina nêzîkî heşt hezar mirovên bêtawan ên Barzanî ye. Bibîranîna qurbaniyên vê tawanê, îsal gelekî xemgîntir e, ji ber ku hevdem e ligel anîna termên 100 enfalkiriyên din ên Barzan ji beyabanên başûrê Iraqê bo Kurdistanê û cihên xwe li Barzan.

Devera Barzan, zêdetir ji sedeyekê ye malbenda Kurdatî, şoreş û raperîna li dijî stem, zordarî û dagîrkeriyê bû. Ji bo hemû kesên ku li dijî zulm û bêdadiyê xwe spartin wê derê, penageheke lêborîn û aram bû, ji ber wê ev herêm wek hemû navçeyên din ên Kurdistanê, her tim rûbirûyê êrîşên leşkerî yên hovane, wêrankirin, bombebarankirin û bikaranîna çekên qedexe bûye.

Hilmeta jenosîdkirina Barzaniyan jî, beşek ji zincîreya tawanên eşkere yên ku li dijî vê herêmê û tevahiya Kurdistanê hatiye kirin e, ku destpêka êrîşa enfal û kîmyabarana Kurdistanê bû.

Di bîranîna vê komkujiya hovane de, bi rêz û hurmet şehîdên Barzaniyên enfalkirî û tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Bibîranîna jenosîdkiina Barzaniyan di heman demê de, bibîranîna hemû enfalkiriyan û şehîdên Kurdistanê li Germiyan, Badînan, Balîsan, Şêx Wesnan, Kurdên Feylî û Şingalê ye.

Her wiha pêwîst e bi pêzanînê ve, qurbanîdan û xweragiriya dayikên mîhreban û malbatên qurbaniyan bi bîr bînin ku gelek bi serbilindiyane rûbirûyî zehmetiyên jiyanê û encamên vê tawana mezin bûne. Her wiha spasiya ciwanmrêrî, hawarhatin, hevkarî û hevsoziya xelkê Hewlêrê û navçeyên din ên Kurdistanê bo kesûkarên enfalkiriyan dikin.

Di vê bîranînê de, em careke din pêdagiriyê li ser qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên hilemeta jenosîd û enfalê dikin ku divê ji aliyê Hikûmeta Federal ve bi awayekî hêja û wek ku di destûrê de hatiye bêne qerebûkirin, ku çendîn sal in wek gelek madeyên din ên destûrê, babeta qerebûkirina qurbaniyên destê rêjîma berê, hatiye piştguhkirin û nabe êdî ev babet bê piştguhkirin.

Pêwîst e ev tawanên li hember gelê Kurdistanê hatine kirin, her dem di bîra gelê Kurdistanê de bin û careke din di bin çi bihane û meramekê de razî nebe azadî, hikumranî û xwebirêveberiya gelê Kurdistanê bikine qurbanî û ji dest bidin.

Di salvegera jenosîdakirina Barzaniyan, silav li giyanê pak ê tevahiya şehîd û enfakiriyên Kurdistanê.

Ew her dem di bîra me de ne û bi rêz wan bi bîr tînin.