7 geştyarên Iraqî li Îranê canê xwe ji dest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Parêzgarê Xorasanê ragihand, ji ber rabûna lehiyê, otobusa geştyaran wergeriya û di encamê de 7 geştyarên Iraqî canê xwe ji dest dane.

Medyaya Îranê ji zarê Cîgirê Parêzgarê Xorasanê Mohsen Dawerî ragihand: 12 geştyarên Iraqî ji bo serdana mezarê Îmamzadê Yehya li nêzîkî bajarê Meşhedê diçûn û otobusa wan ji ber baran û lehiyê wegeriya û di encamê de 7 geştyaran canê xwe ji dest dan, 5 ji wan jin bûn û 3 kes jî winda ne.

Li gor amarên hikûmeta Îranê, salane zêdetir ji du milyon Îraqî serdana Îranê dikin, bi taybetî bajarê Meşhedê yê Îranê.

Li gelek bajarên Îranê baraneke xurt bariye û lehî rabû û di encamê de 69 kesan canê xwe ji dest dan.