Nêçîrvan Barzanî: Hemû tawan û karesatên dîrokê nekarî îradeya gelê Kurdistanê bişkînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi boneya 39 saliya jenosîd û enfalkirina 8 hezar Barzaniyan de ragihand, “hemû tawan û karesatên dîrokê nekarî îradeya gelê Kurdistanê ji bo man û jiyanê bişkînin”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Îro di 39 salvegera jenosayd û enfalkirina 8 hezar xort, ciwan û mêrên sivîl yên Barzanî da, em bejna xwe li hember canê qurbaniyên Enfalê ditewînin û bi rêz û hurmetê wan bi bîr tînîn.

Em silav û rêzan ji bo malbat û kesûkarên wan dinêrîn ku piştî vê tawan û karesatê jiyaneke pir dijwar û tal derbas kirin û bi hezaran dayikên serbilind, bi tenê û bêçare, erka jiyan, perwerdekirin û mezinkirina zarokên xwe girtin ser milê xwe û nifşekî dilsoz mezin kirin. Ev dayik serbilind in, cihê şanaziyê ne û ez destên wan maç dikim.

Ka çawa ku hemû tawan û karesatên dîrokê nekarî îradeya gelê Kurdistanê ji bo man û jiyanê bişkînin, bêşûnwarkirin û Enfalkirina Barzaniyan jî hêzek mezintir bi berxwedana gelê Kurdistanê û têkoşîna wî ya ji bona azadiyê bexşî, tawanbarên Enfalan rûreş û şermezar bûn.

Îro bi vê minasibetê ku em termê 100 qurbaniyên Enfalkiriyên Barzanî bi axa pîroz a welat dispêrîn, dil, hiş û xeyala min li cem dayîk, jin, xwûşkên cegerşewitî û zarok û kesûkarên enfalkiriyane, hevsoz û hevxemê wanim. Spas û hurmet ji bo xelkê ciwamêr yê Hewlêrê û hemû kesên ku alîkariya malbatên qurbaniyên Enfalkiriyan kirî.

Silav û hurmet li ser giyanê şehîdan be. Bîranîna wan hertim bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

31.07.2022