Li Şirnexê Festîvala Çiyayê Cûdî hat sazkirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Şirnexê Festîvala Çiyayê Cûdî û Nebî Nûh Pêxember hat sazkirin. Rayedarên hikûmeta Tirkiye, siyasetmedar û welatî beşdarî festîvalê bûn. Beşdarên festîvalê nimêj û dia kirin. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di festîvalê de bang li kurdan kir û got; bi ziman û kurdayetiya xwe serbilind bin. Siyasetmedaran jî gotin ku ev festîval peyama aşitiyê ye.

Ev der sefîneya Hezretî Nûh Pêxember e. Li gorî baweriya Îslam, Xiristiyan û Cihutiyê piştî tofanê, keştiya Nebî Nûh daniye serê Çiyayê Cûdî û mirovahî piştî Hz. Adem duyemîn car ji vir belavî cîhanî bûye. Ev der ji aliyê şêniyên vê herêmê û endamên her sê olên semavî ve wekî cihekî pîroz tê pênasekirin. Bi hezaran welatî piştî 40 salan berê dan serê Çiyayê Cûdî nimaj û dia kirin.

Welatî Selîm Pager: “Em ji Cizîrê hatine, yekem car e ku ez tême vir. Min ji bo Pêxember Eleyhîsselam selewat dane û ji bo hemû misilmanan dia kirine.”

Welatî Xeyîc Xanim: “Em ji Silopya hatine. Em dixwazin dîsa em bikaribin wekî berê serdana Çiyayê Cûdî bikin û em bi rihetî bikaribin bêne vir û dia bikin.”

Welatî Mihemme Sedîq: “Ev alema cîhanî hemû ji şirîkên vêderê ne. Piştî bapîrê me Adem mirovahî ji vir belavî cîhanê bûye.”

Çiyayê Cûdî, 2 hezar û 114an metreyan bilind e. Ji beriya salên 1980an her sal di mehên havînê de welatî diçûn sefîneyê Nûh Nebî û nimêj û dia dikirin û ziyafet didan. Lê belê ji ber şer û aloziyan ji salên 80an ve çûnehatina bo sefîneyê qedexe bû. Ev festîval jî îsal duyemîn car hat sazkirin. Îsal eleqeya ji bo festîvalê zêde bû.  Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu beşdarî festîvalê bû û bang li kurdan kir û got; bi ziman û kurdayetiya xwe serbilind bin.

Siyasetmedaran jî gotin; bi salan bû mirada welatiyan ew bû ku serdana sefîne û Cûdiyê miradan bikin; bi vê festîvalê mirada welatiyan hasil bû.

Parlementerê Şirnexê yê AK Partiyê Rizgîn Bîrlîk ji K24ê re got: “Esasen ev ne festîval e; ev peyameke aşt,, xweşî û biratiyê ye. Îro bi hezaran kesên li vir e. Ev xweşî îro ji bo hemû cîhanê peyamek e.”

Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka dibêje: “Me par festîvala ewil sazkir. Em ê her sal bi berfirehî festîvalê li dar bixin. Bi izna Xwedê em ê li vêderê mizgeft, xwaringeh û cihên razanê jî çekin. Ev der dê bibe navendeke çand û me’newî ya vê herêmê. Ev cihê Nûh eleyhîsselam e.”

Li gorî ragihandina rayedaran, her sal dê Festîvala Çiyayê Cûdî were sazkirin.