Îran: Şiyana me ya çêkirina bombeya atomî heye

“Îran niha xwedî wê şiyana teknîkî ye ku dikare bombeya atomî çêke, lê niha di rojevê de bernameyeke wisa tune.”

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Muhammed Îslamî derbarê bernameya nukleerî û peymana nukleerî ya ku di sala 2015an de di navbera welatên 5+1 de hatiye îmzekirin, daxuyanî da.

Li gorî nûçeya malpera "Entekhab", Muhammed Îslamî gotiye: “Îran niha xwedî wê şiyana teknîkî ye ku dikare bombeya atomî çêke, lê niha di rojevê de bernameyeke wisa tune.”

Muhammed Îslamî rexne li Ajansa Atomî ya Navdewletî (UAEA) girtiye û daxwaz kiriye, li hember wan avaker tevbigerin û îtibarê bi tawanbariyên bê bingeh neynin.

Li aliyê din Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê û Serokê Şanda Danûstandinên Peymana Nukleerî Elî Bakirî, doh 31ê Tîrmehê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku eger Amerîka amade be, ew jî amade ne di demeke kurt de danûstandinên vegera li peymana nukleerî bigihînin encamê.