Biden: Me Eymen El-Zewahirî li Efxanistanê kuşt

Serokê Amerîka Joe Biden ragihand, Eymen El-Zewahirî di dawiya hefteya borî di encama êrîşeke asmanî de hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden ragihand, rêberê El-Qaîde Eymen El-Zewahirî roja 30î Tîrmehê di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de hate kuştin.

Serokê Amerîka Joe Biden li Koşka Sipî di daxuyaniyekê de ragihand, Eymen El-Zewahirî di dawiya hefteya borî di encama êrîşeke asmanî de hat kuştin.

Biden diyar kir: “Îstixbarat di destpêka vê salê de cihê el-Zawahirî diyar kir, ku li malbata xwe li navenda bajarê Kabulê bû.”

Her wiha got: “Piştî ku min delîlên diyar û zelal li ser cihê el-Zawahirî nêrî, min rê da ku êrîşek bi baldarî were kirin. Plan bi baldarî hatibû dariştin, da ku xetereya zirarê li sivîlên din kêm bike.”

Ev êrîş piştî salekê ji fermana Biden a vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganîstanê tê, ku bû sedem hêzên Talîban bi lez wî welat kontrol bikin.

Eymen El-Zewahirî piştî kuştina Usame Bin Ladin di sala 2011an de ji aliyê hêzên Amerîkî ve, serokatiya El-Qaîde kir

Eymen El-Zewahirî bijîşkekî Misrî ye, ew serkirdeyekî Koma Cîhad a Misirê bû, piştre bi Usame Bin Ladin re hevalbendî kir, da ku El-Qaîde ava bikin û piştre bû serokê wê rêxistina terorê. El-Zawahirî wekî yek ji serokên “terorîzma cîhanî” di serê lîsteya lêgerînê ya rêveberiya Amerîkî de bû.

Amerîka dibêje, El-Zewahirî ligel endamên din ên navdar ên El-Qaîde, plana êrîşa 12ê Cotmeha 2000 ya li ser gemiya Cole ya hêzên deryayî yên Amerîkî li Yemenê danîbû ku di encamê de 17 deryavanên Amerîkî hatin kuştin û zêdetir ji 30 kesên din jî birîndar bûbûn.

Her wiha Amerîka El-Zewahirî tometbar dike ku rola wî di teqîna 7ê Tebaxa 1998ê li balyozxaneyên Amerîkayê li Kenya û Tanzanyayê de hebû ku di encamê de 224 kes hatin kuştin û zêdetirî 5 hezar kesên din jî birîndar bûn.

Usama Bin Ladin û Eymen El-Zewahirî