Pîrê Elewiyan: Êrîşên li Elewiyan hatine kirin plankirî bûn

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Enqera paytexta Tirkiyê di yekem roja rojiya Miheremê de ku ji bo Elewiyan pîroz tê dîtin çend Cemxane û komelên Elewiyan rastî êrişê hatin. Hikûmet van êrîşan weke ji rêzê nîşan dide. Lê belê pîrên Elewiyan û mafnas dibêjin êrîşên li ser Kurd û Elewiyan plankirî ne û Eger pêşiya van êrîşa neye girtin dê êrîşên mezintir jî rû bidin.

Li Tirkiyê piştî ku di 28ê Tîrmehê de li bajarê Sakaryayê bi êrîşeke nîjadperestî karkereki Kurd hate birîndarkirin di 30ê Tîrmehê di roja yekem ya rojiya Miheremê de Li Enqera paytexta Tirkiyê bi hemwextî êrîşî Cemxaneya Ana Fatma ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Cemxaneya Şahê Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Elewiyên Bektaşî yên Tirkmen hat kirin. Piştî êrîşan ji aliyê wezareta karen navxweyî ve hate ragihandin ku êrîşkar hatiye girtin û êrîşeke ji rêzê bûye. Lê belê li gorî Komeleya Elewiyên Demokratîk kesek bi tena sere xwe nikare vê êrîşê bike eger planek bû neyê dariştin.

Pîrê Elewiyan Mustafa Karabudak ji K24ê re got: “Ev êrîşên hatine kirin plankirî bûn. Li Enqerê 3 cemxane û komeleyek di navbera 45 xulekan de rastî êrîşê hatin. Lê navbera van her çar cihan de 37 kîlometre dûrahî heye. Dê kesek çawa bikaribe van hemû êrîşan pêk bîne. Diyar e ku ev êrîş berê hatine plankirî û êrîşkar ne tenê ye. Dibêjin Êrîşkar ji Izmîrê hatiye ev êrîş pêk anîne. Keseke ji Izmîrê bê dê çawa yek carê cihê van cemxane û komeleyan bizanibe? Tê xwastin ku beriya hilbijartinan li ser elewiyan provakasyonan çêbikin.”

Çalakvanên mafê miroavan jî amaje pê dikin ku li Tirkiyê heta zimanê siyasetê û pergala Tirkiyê neguhere ev êrîş dê her zêde bibin.

Hevserokê Komeleya Mafê Miroavan Ozturk Tûrkdogan got: “Sedema herî mezin ya van êrîşan zimanê dijminane û yê ku di siyasetê de tê bikaranîn e. Ji ber ku li Tirkiye ji bilî netewa Tirk û baweriya sunitiyê. Tu netew û baweriyên din bi awayekî hiqûqî nayên parastin û di her heyamên hilbijartinan de deshilat ji bo ku rêjeya dengê xwe biparêze Kurdan, elewiyan kêm netewan dike armanc. Ev kêşeyeke bingehîne. Heta ku ev her du kêşe çareser nebin ev êrîşên wiha dê her hebin.”

Di komara Tirkiyê de bi dehan komkujî hene ku li dijî Kurd û Elewiyan pêk hatine. Ji ber vê çendê jî Mafnas û pîrên elwewiyan dibêjin ger pêşiya wan êrîşan neyê girtin dê qetlîamên nû xwe bidin der.