Mesrûr Barzanî: Em di hewlên xwe de berdewam in ji bo avedankirina Şingalê û qerebûkirina malbatên qurbaniyên Êzîdî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Divê rê neyê dayîn ku ev komkujî û tawan dubare bibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera heştemîn a jenosîda Şingalê de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser bizavên xwe ligel Hikûmet Federal û civaka navdewletî ji bo vegerandineke serbilindane ya xwişk û birayên Êzidî li ser cih û warên wan avedankirina Şingalê.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Di heştemîn salvegera jenosîdkirina xwişk û birayên Êzidî li Şingal û derdora wê li ser destê teroristên DAIŞê yên hovane de, bi xem û kovan şehîd û windahiyên wê tawana hovane bi bîr tînin ku tê de bi hezaran kes bi komî hatin şehîdkirin, revandin û derbiderkirin.

Ev tawan ewqas bi êş û dilşewat bû ku ti caran nayê jibîrkirin û wîjdana gelê Kurdistanê û mirovatiyê hejand, divê bi çi rengî be rê neyê dayîn ku ev komkujî û tawan dubare bibin.

Di vê bîranînê de, divê qurbaniyên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di rizgarkirina Şingalê de bi rêbertî û serperiştiya rasterast a cenabê Serok Mesûd Barzanî ji bîr nekin ku bi xwîna geş a sedan Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê, Şingal ji destê teroristên DAIŞê hate rizgarkirin.

Xwişk û birayên Êzidî di dîroka kevin û nû de û di dirêjahiya salên derbasbûyî de, bi mixabinî ve gelek êş û derdeserî dîtine, niha jî bi sedema xwesepandina grûpên çekdar, Şingal heta niha ne aram e û xelkê wê yê koçber jî nikarin vegerin, lewra di vê helkeftê de tekeziyê li ser bicihanîna rêkeftina Şingalê, asayîkirina rewşa devera Şingalê û derketina mîlîşya û grûpên çekdar ên deryasayî dikin, da ku dawî li êş û azarên kaçberên Şingalê bê û bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe.

Di vê bîranîna xemgîn de dubare dikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser bizavên xwe ligel Hikûmet Federal û civaka navdewletî ji bo vegerandineke serbilindane ya xwişk û birayên Êzidî li ser cih û warên wan, her wiha avedankirina Şingalê û deverên din yên Êzidiyan, da ku xizmeteka hêja ji wan re bê kirin û li gor yasaya rizgarbûyên Êzidiyan a ku Encûmena Nûneran a Iraqê pesend kiriye, kesûkarên qurbaniyan bên qerebûkirin. Di heman demê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel tîma Vekolîna Navdewletî ya Tawanên DAIŞê (UNITAD) di hevkarî û hevahengiyeke berdewam de ye, ji bo dadgehkirina tawanbarên DAIŞê û arşîvkirina tawanên wan û bêtir nasandina jenosîda xwişk û birayên Êzidî.

Hezar silav li giyanê pak ê şehîdên jenosîda Şingalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.