Konsulê Holanda: Em amade ne hevkarî û hevahengiyê bi Hikûmeta Herêmê re bikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê Hans Ackerbom kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê Hans Ackerbom serdana Serok Mesûd Barzanî kir û ragihand, Hollanda amade ye bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkarî û hevahengiyê bike ji bo pêşxistina pêwendiyan, bi taybet di warê teknolojiya çandiniyê û firehkirina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê.

Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Tebaxa 2022an, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê Hans Ackerbom kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî û mebesta xatirxwastinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên siyasî yên Iraqê û egerên di nava proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Konsulê Giştî yê Hollandayê ragihand, rûmeteke mezin bû ku wî li Kurdistanê kar kiriye û di pêşerojê de jî ew her wek dostê gelê Kurdistanê dimîne.

Konsulê Giştî yê Hollandayê ragihand jî, Hollanda amade ye bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkarî û hevahengiyê bike ji bo pêşxistina pêwendiyan, bi taybet di warê teknolojiya çandiniyê û firehkirina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê.