Dalkurd bi encama 2-1 tîma Norrbyê têk bir

Tîma Dalkurd di hefteya 17emîn a Lîga Duyem a Swêdê (Superettan) de mazûvaniya tîma Norrby kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Dalkurd di hefteya 17emîn a Lîga Duyem a Swêdê (Superettan) de mazûvaniya tîma Norrby kir.

Di nîveka yekem a lîstikê de gol nehat avêtin, lê tîma Dalkurd di nîveka duyem de bilez dest pê kir.

Lîstikvanê Dalkurdê Stefan Wolf di xuleka 62yemîn de golek avêt û tîma Dalkurd 1-0 kete pêş.

Tîma Norrby jî di xuleka 76emîn de bi gola lîstikvanê xwe Perparim Beqaj, rewş kire 1-1.

Di xuleka 90+3yê de bi gola Pêşeng Ebdullah, Dalkurd gola xwe ya duyem tomar kir û lîstin bi encama 2-1 bi dawî bû.

Bi vî awayî Dalkurd puana xwe derxist 18an.

Tîma Norrby ku xwedî heman puan e, bi cudahiya averaj, di rêzê de li pêş Dalkurdê cih digre.