Berhem Salih û Mistefa Kazimî hişyariyê didin

Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê vî welatî Mistefa Kazimî pêşhat û guherînên siyasî yên van demên dawî gotûbêj kirin.
Mistefa Kazimî û Berhem Salih
Mistefa Kazimî û Berhem Salih

Hewlêr (K24) – Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê vî welatî Mistefa Kazimî pêşhat û guherînên siyasî yên van demên dawî gotûbêj kirin.

Serokomariya Iraqê îro çarşemê 3yê Tebaxa 2022yan daxuyaniyek belav kir û ragihand, Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîr Mistefa Kazimî li ser rewşa giştî, pêşhat û guherînên siyasî yên van demên dawî gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Berhem Salih û Mistefa Kazimî tekezî li ser parastina asayîşê, aramkirina rewşê, gihîştina bi diyalogê, gotûbêja cidî û dawîanîna qeyranê kirine.

Hat diyarkirin ku girîngiya desteberkirina lihevkirin û yekrêziya niştimanî anîne ziman.

Herdu aliyan li ser bihêzkirina navmala navxweyî û rêlibergirtina li wan kesên dixwazin sûdê ji nakokiyên navxweyî werbigrin û êrîşî welat bikin, hişyarî dan.