Piraniya serkirdeyên Iraqê ji bo hilbijartinên pêşwext hevnêrîn in

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî jî dibêje, çareserkirina nakokiyên bi Tevgera Sadir re bi vegera li destûrê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Daxwaza Muqteda Sedir a hilweşandina vê xuleya Encûmena Nûneran a Iraqê (parlamento) û encamdana hilbijartinên pêşwext, gelek karvedan li ser asta navxweyî li pişt xwe anîn û piraniya serkirdeyên siyasî piştevaniya xwe ji daxwaza Sedir re nîşan dan.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek arasteyî alîgirên xwe û aliyên siyasî yên Iraqê kir û xwast piştî hilweşandina xuleya niha ya parlamentoyê, hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Sedir got: “Me ligel wan gotûbêj ceriband, me dît ku çi bi serê welat de hat, wêrankarî li pey hat, piştre gel gotina xwe got, gotûbêja ligel wan sûdê nade.”  

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî ku yek ji diyartirîn serkirinên Çarçoveya Hevahengiyê ye, daxwaza guftûgoyeke cidî kir û diyar kir, çareserkirina nakokiyên bi Tevgera Sadir re bi vegera li destûrê dest pê dike.

Malikî got: "Diyalogên cidî yên ku em hêvîdar in ku nakokiyan çareser bikin û tiştan li cihê xwe vegerînin, bi vegera bo destûrê û rêzgirtina li saziyên destûrî dest pê dike.”

Ji aliyekî din ve, Serokê Hevpeymaniya Fetih ku ew jî beşek ji Çarçoveya Hevahengiyê ye, piştevaniya xwe ji bo encamdana hilbijartinên pêşwext nîşan da û got ku divê zemîneke guncaw ji pêkanîna hilbijartinan were peydakirin.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Wezîrê berê yê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî piştgirî li gotara Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir kir û ragihand, çareserî vegera bo dadperwerî, yasa û nêrîna gel e.

Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Giliyên bêbingeh, ku ji bo ragirtina projeya hikûmeta piranî ya niştimanî ya Cotmeha 2021ê li dadgehê hatin tomarkirin, sedema derketina qeyrana siyasî, ewlehî û civakî ya li Iraqê ne.”

Di wê derbarê de Serokê Hevpeymaniya Siyade (Serwerî) ya Suneyên Iraqê jî piştevaniya xwe ji bo gotara Sedir nîşan da û got: “Em piştevaniyê li naveroka gotara Sedir dikin. Ber bi hilbijartina pêşwext, li gorî pîvan û yasayên dadperwerane yên nû ku rê dide pêşbaziya rasteqîne.”

Serokê Hevpeymaniya Nesir û serkirdeyê Çarçoveyê Hevahengiyê Heyder Ebadî got: “Pêşwazî li gotara Muqteda Sedir dikim. Ew ji gelek aliyan ve bi destpêşxeriya me ya ji bo çareserkirina qeyranê re hevaheng e.”

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Eyad Elawî ragihand, hilbijartinên pêşwext riya tekane ya derketina ji qeyrana siyasî ya niha ya Iraqê ye, lê belê eger yasaya hilbijartinê neyê sererastkirin, hilbijartin dê tiştekî ji rewşê neguhêre qeyrana siyasî dê berdewam be.

Nêzîkî 10 mehan e hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê hatine kirin, lê belê heta niha hikûmeta nû nehatiya pêkanîn, li gor şopîneran jî sedema wê yekê vedigere nakokiyên di navbera Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de.

Alîgirên Muqteda Sedir jî 6 roj in li dijî nazmedê Çarçoveya Hevahengiyê yê ji bo postê Serokwezîriya Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dest bi xwepêşandanê kirin û derbasî nava Parlamentoya Iraqê bûbûn, ji duhî ve greva xwe li derdora parlamentoyê didomînin.