Berdevka HDPê: Serdana Kiliçdaroglu bo Roboskiyê serdaneke derengmayî ye
Diyarbekir (K24) - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay civîna çapemeniyê ya heftane ya HDPê li Diyarbekirê li dar xist. Gunay, bal kişand ser salvegera komkujiya Êzidiyan, rewşa nexweşên girtî û herwiha serdana Kiliçdaroglu ya Roboskiyê nirxand.
Civîna Çapemeniyê ya Heftane ya HDPê vê hefteyê li Diyarbekirê hat lidarxistin.
Di civînê de Berdevka HDPê Ebru Gunay mijarên hefteyê nirxand û di destpêkê de salvegera komkujiya Êzidiyan ya Şingalê nirxand û komkujî şermezar kir û amaje kir ku kesên ew komkujî kirin û Şingal dagir kirin dê di dîrokê de weke rûreş cih bigirin.
Ebru Gunay bal kişand ser girtiyên nexweş jî û rewşa Aysel Tugluk a nexweşa demansê ye jî û amaje kir ku desthilat girtiyên nexweş ên wek Çevîk Bîr ê ku serbazê berê ye, serbest berdide, lê nexweşên ku rewşa wan girantir e, di girtîgehan de dihêle.
Gunay da zanîn ku ew ê 6ê mehê li Diyarbekir û 7ê mehê li Stenbolê mîtîngan li dar bixin û bang bikin “ji şer re na, ji qedexekirina çand û ziman re na”. Ebru Gunay got ku ew ê li ser tifaqa demokrasiyê berdewam bin û sazkirina rêya sêyem ew ê bidomînin.
Berdevka HDPê behsa ezmûna KPSS jî kir û amaje kir ku keda ciwanan hatiye xwarin û berpirs desthilat e ku ew ê şopdarê vê mijarê bin.
Herî dawî jî Ebru Gunay li ser pirsa Kurdistan24ê, serdana serokê CHPê Kiliçdaroglu ya Roboskiyê jî nirxand û anî zimên ku serdaneke derengmayî ye û ya girîng ew e ku dadwerî were cîbicîkirin û berpirsên komkujiyê werin sizadan.