Sedir: Iraq paytexta Şîetiyê ye

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek li ser yekrêziya nav mala Şîeyan belav kir.
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir

Hewlêr (K24) – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek li ser yekrêziya nav mala Şîeyan belav kir.

Muqteda Sedir di peyama xwe de diyar kiriye, yekrêziya li nav mala Şîeyan divê li ser bingeha zelal û li gor şerîet, hezkirina niştiman, çaksaziya rasteqîn, nehiştina gendelî û lêpirsîna gendelkaran be.

Sedir gotiye, Iraq paytexta yekem a Şîetiyê ye û ev jî tê wê wateyê ku ewên din vegerin bo Iraqê, ne ku Iraq bibe peyrewa ewên din.

Di beşeke din a peyama xwe de, Muqteda Sedir pesnê Heşda Şe'bî dide û dibêje, Heşda Şe'bî li malbata Sedir nêzîktir e û ew gelek pabend in bi teqlîdkirina herdu şehîdên alî Sedir.