Oktay: Bi nêzîkbûna hilbijartinan aloziyên Tirkiye û Yûnanistanê dê zêdetir bibin

Tirkiye radigihîne ku ew ê hefteya bê, keştiyeke lêgerîna petrol û gaza sirûştî dîsa bişîne Deryaya Naverast
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Tirkiye radigihîne ku ew ê hefteya bê, keştiyeke lêgerîna petrol û gaza sirûştî dîsa bişîne Deryaya Naverast. Beriya niha jî Tirkiyê keştiyên xwe şandibûn deverên ku Yûnanistan û Qibris weke qadên xwe yên deryayî qebûl dikin. Di encamê de aloziya pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê bilind bûbûn. Herwiha Yekîtiya Ewropayê dorpêç li ser Tirkiyê cîbicî kiribûn.

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê bi destnîşankirina zêdebûna xercên Yûnanistanê yên berevaniyê îdia dike ku, ‘Yûnanistan amadekariyên pêngavên serbazî li hemberî Tirkiyê dike.’

Aloziya pêwendiyên 2 endamên NATOyê Yûnanistan û Tirkiyê bi dehan salan e li ser hejmarek kêşeyan car bilind dibe car dadikeve. Kêşeya parvekirina qadên deryayî û esmanî, aciziya Tirkiyê ji hebûna Artêşa Yûnanistanê li giravan, Qibris û mijara penaberan di navbera 2 cîranan de gelek caran bûne sedema rakeşiyên xurt. Lê belê vê carê li gorî beşek ji şarezayan nêzîkbûna hilbijartinan li her du welatan, di xurtbûna rakeşiyê de rolek mezin dilîze.

Şarezayê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Hasan Oktay ji K24ê re diyar kir: “Rakeşiya Yûnanistan û Tirkiyê, ligel nêzîkbûna hilbijartinan dê xurttir bibe. Her du alî jî ji bo standina zêdetir dengan li dû gefek dersînorî digerin. Di navbera wan da tu caran şerek rasterast çênabe, her du endamên NATOyê her sal bi dehan caran beşdarî rahênanên serbazî yên hevbeş dibin, û şiyanên hev du yên serbazî baş dizanin.”

Li gorî beşek ji şarezayan jî nirxê Yûnanistan û Tirkiyê di nav balansên jeopolîtîk de gelek nêzî hev e. Ji loma ev bo standina hevkariya bi dewletên rojavayî re hevrik in.

Dîplomatê Xanenişîn û Şarezayê Yûnanistanê Engîn Solakoglu ji K24ê re eşkere kir: “Biçekkirina giravan taktîka NATOyê ye jî. Nexwe bêguman biçekkirina giravan li gorî peymana Lozanê qedexe ye. Lê belê Yûnanistan jî dibêje, avûhewaya deverê ji hingê heta niha gelek guherî ye, û biçekkirina tengavan ji aliyê Tirkiyê ve mafê biçekkirina giravan daye Yûnanistanê jî.”

Hevkariya Amerîka û Yûnanistanê ya serbazî, li hemberî gefa Rûsyayê, di salên dawîn de gihişt asteke dîrokî. Tirkiye zêdebûna baregehên serbazî yên Amerîkayê li Yûnanistanê jî, wek gefek li hemberî xwe dibîne.

Aloziya bilind a bi Yûnanistanê re, pêwendiyên bi kêşe bi Yekitiya Ewropayê û Amerîkayê re jî, bo Tirkiyê bi xwe re tîne. Meha borî Kongrêsa Amerîkayê bo firotina firokeyên serbazî yên F-16yan şerta pêwendiyên baş bi Yûnanistanê re, bo Tirkiyê danî.