Çarçoveya Hevahengiyê helwesta xwe ragihand

“Em piştevaniya her rêyeke destûrî dikin ji bo çareseriya kêşeyên siyasî."

Hewlêr (K24) – Çarçoveya Hevahengiyê ji bo bersivdana peyama Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir îro civiya û ragihand: “Em piştevaniya her rêyeke destûrî dikin ji bo çareseriya kêşeyên siyasî û bidestxistina berjewendiya gel.”

Çarçoveya Hevahengiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Em piştevaniya rêya destûrî dikin tevî encamdana hilbijartinên pêşwext jî, lê belê bi mercek ku ew hilbijartin piştî yekdengiya niştimanî be û keş û hewayeke aram ji bo birêveçûna wê çêbibe.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Divê beriya her tiştî rêz li saziyên destûrî were girtin û xebatên wan neyên astengkirin û em hemû di bin siya yasa, destûr û berjewendiya gel de bin.”

Îro Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Seyîduşşuheda yê ser bi Heşda Şe'bî Ebû Ala El Welaî jî ragihand, yek ji biryarên herî girîng ên îro yên Çarçoveya Hevahengiyê ew e ku bi ti awayî dirêjkirina dema mayîna Mistefa Kazimî li ser postê serokwezîriyê nayê qebûlkirin.