Erdogan û Putin îro li Soçiyê dicivin
Enqere (K24) - Li Soçiya Rûsyayê îro Erdogan û Putin dicivin. Gelek babet di rojeva civîna Soçiyê de hene, lê belê yek ji babetên sereke bêguman Sûriye ye. Tirkiyê di lûtkeya Tehranê de jî 2 hefteyan berî niha, nekarîbû Rûsya û Îranê li ser birêvebirina operasyoneke serbazî ser bi bakurê Sûriyê ve, razî bike.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan û Serokê Rûsyayê Vladmir Putin li Soçiyê hevdîtinekê pêk tînin. Erdogan, ji destpêka şerê Ukraynayê pê ve, dibe yekem serokê yek ji dewletên NATOyê, ku seredana Rûsyayê dike.
Di nav 17 rojên dawîn de Erdogan û Putin duyemîn hevdîtina xwe ya rûbirû pêk tînin. Wêneya Putin, Reîsî û Erdogan li Lûtkeya Tehranê, tûşî rexneyên beşek biçûk ya nûnerên dewletên rojavayî hatibû. Lê belê li gorî şarezayan, rojava ji pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê aciz nîne, heta dixwaze ev pêwendî berdewam bin, da ku deriyek vekirî bo wan jî, bi Rûsyayê re bimîne.
Şîrovekarê Siyasî û Şarezayê Rûsyayê Aydin Sezer ji K24ê re diyar kir: “Dewletên rojavayî ji ber pêwendiyên bi Rûsyayê rexne li Tirkiyê nagrin û fişar danaynin ser Tirkiyê. Berevajî, beşek ji dewletên rojavayî hewl didin bi rêya Tirkiyê, pêwendiyên xwe yên abûrî, bi Rûsyayê re bidomînin.”
Tirkiye ev demek dirêj e dixwaze operasyonek serbazî, li ser deverên ku hebûna serbazî ya Rûsyayê tê de, li Sûriyê birêve bibe. Li gorî şarezayan li ser vê babetê Rûsya, dê dîsa rêya diyaloga bi Şamê re nîşanî Enqerê bide.
Şarezayê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Veysel Ayhan ji K24ê re diyar kir: “Tirkiye û Rûsya her du jî di nav vî şerî de ne. Çawa di nav de ne? Li Sûriyê heger aliyek ser Tirkiye be, aliyê din jî Îran û Rûsya ye. Li Tehranê 17 roj beriya niha civînek wan hebû û Tehran jî di nav civînê de bû. Tehranê jî di nav wan civînan de pozisyonek zelal li ser rojava nîşan dabû.”
Piştî destpêkirina şerê Ukraynayê hewlên Tirkiyê yên navbeynkariyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, bi 2 hevdîtinên di asta Wezîrên Derve de encam dabûn. Ev hewlên Tirkiyê jî di rojeva civîna Soçiyê de ne.
Rûsya nêzî 15 milyar dolaran bo peymana santrala nukleer ya bi navê Akkuyu ji Tirkiyê re dişîne. Nêzî 5 milyar dolaran ji ev bûdceyê hefteya borî hat şandin û aborî jî dê yek ji babetan, heta li gorî hin çavkaniyan babeta sereke ya li ser maseya Erdogan û Putin be.