Sê keştiyên genimê Ukraynayê berê xwe dan bazarên cîhanê

Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihand, îro înê sê keştiyên genimê Ukraynayê berê xwe dan bazarên cîhanê.
Keştiyeke Ukraynayê
Keştiyeke Ukraynayê

Hewlêr (K24) – Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihand, îro înê sê keştiyên genimê Ukraynayê berê xwe dan bazarên cîhanê.

Keştiyên genimê Ukraynayê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û li gor rêkeftina Rûsya û Tirkiyê bi rê ketine.

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar li ser vê mijarê diyar kir, birêketina keştiyan encama xebatên mezin û hevahengiya wan pêk hatiye.

Tê çaverêkirin ku keştiya yekem ji Stenbolê ber bi Lubnanê biçe.

Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê pêwendî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antony Guterres kiriye ji bo gotûbêjkirina mijara rêkeftina hinardeya genimê Ukraynayê bo bazarên cîhanê.

Li gor zanyariyan ew sê keştiyên Ukraynayê 58 hezar ton genim li xwe digrin û yek ji wan berê xwe daye Tirkiyê, ya duyem ber bi Îrlanda û ya sêyem ber bi Brîtanyayê ve diçe.