Tevgera Sedir li navçeya Kesk nimêja înê rêk dixe

Îro li qada boneyan a navçeya Kesk a Bexdayê, alîgirên Tevgera Sedir ji bo encamdana nimêja înê kom bibin.
Dîmenek ji xwepêşandan alîgirên Sedir
Dîmenek ji xwepêşandan alîgirên Sedir

Hewlêr (K24) – Biryar e îro li qada boneyan a navçeya Kesk a Bexdayê, alîgirên Tevgera Sedir ji bo encamdana nimêja înê kom bibin.

Alîgirên Tevgera Sedir berê xwe dane navçeya Kesk û xwe ji bo beşdariya nimêja înê amade dikin, ku Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaz kiribû.

Ji roja şemiya hefteya borî ve, alîgirên Tevgera Sedir çûne ser Parlamentoya Iraqê û dest bi ser de girtine.

Dawiya hefteyê li ser daxwaza Muqteda Sedir, xwepêşanderên tevgerê ji hola parlamentoyê vekişiyan û li derve dest bi mangirtinê kirin.

Tevgera Sedir daxwaza hilbijartinên pêşwext û hilweşandina Parlamentoya Iraqê dike.

Duh Çarçoveya Hevahengiyê bi daxuyaniyekê rizamendî li ser birêveçûna hilbijartinên pêşwext nîşan da, lê belê mercê wê yekê danî ku prose di çarçoveya destûrê de birêve biçe.

Çarçoveya Hevahengiyê daxwaz dike, karûbar werin birêvebirin û serokomar were hilbijartin û hikûmeteke nû were pêkanîn û piştre parlamento biryar li ser hilbijartina pêşwext bide û ew hikûmeta nû karûbaran birêve bibe heta hilbijartinan.