Seroka Taywanê daxwazekê ji civaka navdewletî dike

Seroka Taywanê Tsai Ing-wen manoraya serbazî ya Çînê weke karekî neberpirsane bi nav dike.
Seroka Taywanê Tsai Ing-wen
Seroka Taywanê Tsai Ing-wen

Hewlêr (K24) - Seroka Taywanê Tsai Ing-wen manoraya serbazî ya Çînê weke karekî neberpirsane bi nav dike û ji civaka navdewletî daxwaz dike, li hember gefên Çînê piştevaniya Taywanê bikin.

Tsai Ing-wen di daxuyaniyekê de ragihand, ew li derketina şer nagerin û berevaniya demokrasî û azadiya xwe dikin.

Ing-wen diyar kir: “Çînê li derdora Taywanê bi çekên rastîn dest bi manoraya serbazî kiriye, ev cûre gefên serbazî yên berdewam ku bi qestî hatiye bihêzkirin, bi taybetî jî avêtina mûşekan bo hinek rêrewên herî qerebalix ên hatûçûnê li cîhanê, karekî neberpirsane ye.”

Seroka Taywanê ji Çînê tika kir ku bi dirustî reftar bike û got: “Em ne li pey alozkirina nakokiyan in, em naxwazin şer derxin, lê belê bêguman em ê berevaniya serweriya xwe ya netewî û asayîşa xwe bikin.”

Ing-wen ji civaka navdewletî daxwaz kir ku piştevaniya Taywana demokrat bikin û ji bo rawestandina kiryarên serbazî yên bi vî rengî, bibin yek.

Ji aliyekî din ve, Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi di civîneke çapemeniyê de diyar kir, Amerîka bi ti awayî rê nade ku Çîn, Taywanê dabibire.

Rojên sêşem û çarşemê yên vê hefteyê, Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi serdana Taywanê kir û ev serdan bû sedema hêrsbûna Çînê.

Nifûsa Taywanê 23 milyon e û desthilateke wê ya xwerêveberiyê heye û Çîn jî di wê baweriyê de ye ku Taywan beşek ji axa Çînê ye.