Rûsyayê li ser egera operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojava daxuyanî da

Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitriy Peskov li ser egera operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kir, divê rê nedin ti kiryarekî ku rewşa Sûriyê neseqamgîr bike.
Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitriy Peskov
Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitriy Peskov

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitriy Peskov li ser egera operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kir, divê rê nedin ti kiryarekî ku rewşa Sûriyê neseqamgîr bike.

Dmitriy Peskov beriya civîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li Soçiyê, daxuyanî da.

Li ser pirsa "Gelo Rûsya ji ber egera operasyoneke Tirkiyê li bakurê Sûriyê, nîgeran e?”, Dmitriy Peskov diyar kir: “Nîgeraniyên rewa yên Tirkiyê yên li ser ewlehiyê hene û em bala xwe didin wan. Lê belê, divê rê nedin wan kiryarên ku rewşa Sûriyê neseqamgîr bikin û li ser yekbûna siyaset û axa wê bibin gef.”

Peskov eşkere kir, piştî civîna îro ya Recep Tayyip Erdogan û Vladimir Putin, pêkanîna civîneke çapemeniyê nehatiye plankirin.

Li Soçiya Rûsyayê îro Erdogan û Putin dicivin. Gelek babet di rojeva civîna Soçiyê de hene, lê belê yek ji babetên sereke Sûriye ye.

Tirkiyê du hefte beriya niha di lûtkeya Tehranê de nekarîbû Rûsya û Îranê li ser birêvebirina operasyoneke serbazî bo ser bakurê Sûriyê razî bike.