Leşkerekî Tirkiyê di operasyonê de hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê çawîşê pispor ê bi navê Reşat Ergin hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, di encama êrîşa li binkeyeke ya li herêma operasyonê de Reşat Ergin birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê miriye.
“Operasyona Pence-Kilîdê” ya artêşa Tirkiyê ji roja 18ê Nîsana 2022yan ve li deverên Zap û Avaşîn-Basyanê yên Başûrê Kurdistanê berdewam e.