Îsraîl: Me 30 êrîş bo ser Xezzeyê encam dan

Artêşa Îsraîlê ragihand, heta niha zêdetirî 30 êrîşên esmanî bo ser Xezzeyê encam dane.
Malek li Xezzeyê piştî êrîşa mûşekî ya Îsraîlê, wêne: AFP
Malek li Xezzeyê piştî êrîşa mûşekî ya Îsraîlê, wêne: AFP

Hewlêr (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, heta niha zêdetirî 30 êrîşên esmanî bo ser Xezzeyê encam dane.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de eşkere kir, Tevgera Cîhadî ya Îslamî 160 katyoşa û mûşek arasteyî navçeyên Îsraîlê kirine û bi rêya sîstema berevaniyê ve karîne 60 mûşek têk bibin û 30 mûşek jî li nav Xezzeyê ketine xwarê.

Herwiha diyar kiriye, heta niha zêdetirî 30 êrîşên esmanî kirine ser pêgehên çekdarên Tevgera Cîhadî ya Îslamî û 40 armanc hatine lêdan, ku bi rêya 55 mûşekan bûye.

Vê sibê hêzên Îsraîlê 20 kes desteser kirin, ku ji wan 19 kes endamên Tevgera Cîhadî ya Îslamê bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ya li Xezzeyê ragihand, ji ber êrîşên Îsraîlê 10 kes hatine kuştin û 79 kes jî birîndar bûne, yek ji wan kuştiyan zarokekî 5 salî ye.

Duh firokeyên bêfirokevan ên artêşa Îsraîlê sê cihên Xezzeyê armanc kirin, yek ji armanca êrîşan, avahiyeke niştecîbûnê bû, li rojavayê parêzgeha Xan Yûnis a li başûrê Xezzeyê jî êrîşî pêgeheke Tevgera Cîhadî ya Îslamî hat kirin.