Tevgera Hemas rawestandina êrîşên ser Xezzeyê daxwaz dike

“Tawanên ku li dijî Filistîniyên kerta Xezzeyê têne encamdan, niyeta êrîşkarî ya Îsraîlê didin nîşandan."
Helîkoptereke Îsraîlê navçeya Esqelan bombebaran dike, wêne: AFP
Helîkoptereke Îsraîlê navçeya Esqelan bombebaran dike, wêne: AFP

Hewlêr (K24) – Serokê Polîtburoya Tevgera Hemas Îsmaîl Heniye di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdurehman Al Sanî behsa êrîşên Îsraîlê bo ser kerta Xezzeyê kir.

Li gor daxuyaniya Tevgera Hemasê, Îsmaîl Heniye di pêwendiya telefonî de diyar kiriye, divê êrîşên Îsraîlê bo ser kerta Xezzeyê werin rawestandin.

Îsmaîl Heniye destnîşan kiriye: “Tawanên ku li dijî Filistîniyên kerta Xezzeyê têne encamdan, niyeta êrîşkarî ya Îsraîlê didin nîşandan, ku bi çend hincetên bêbingeh, hatine perdepoşkirin.”

Ji aliyekî din ve jî, Wezareta Derve ya Misirê di daxuyaniyekê de eşkere kir, ew hewla pêkanîna aramî û rawestandina xwînrijandina li Xezzeyê didin.

Duh firokeyên bêfirokevan ên artêşa Îsraîlê sê cihên Xezzeyê armanc kirin, yek ji armanca êrîşan, avahiyeke niştecîbûnê bû, li rojavayê parêzgeha Xan Yûnis a li başûrê Xezzeyê jî êrîşî pêgeheke Tevgera Cîhadî ya Îslamî hat kirin.

Li gor desthilatdarên Îsraîlê di êrîşan de 15 kes hatine kuştin, lê belê Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragihadiye, ji ber êrîşên Îsraîlê 10 kes hatine kuştin, ku di nav wan kuştiyan de zarokekî 5 salî jî heye.

Wêranbûna xaniyê welatiyekî Filistînê ji ber bombebarana Îsraîlê, wêne: AFP