Guterres: Mirovahî bi çekekî tijî û amade dilîze

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di salvegera bikaranîna bombeya atomî ya li hember bajarê Hîroşîma ya ji aliyê Amerîkayê ve serdana wî bajarî kir.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres

Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di salvegera bikaranîna bombeya atomî ya li hember bajarê Hîroşîma ya ji aliyê Amerîkayê ve serdana wî bajarî kir.

Di merasîmê de ji bo bibîranîna qurbaniyên wê bûyera roja 6ê Tebaxa 1945ê Sekreterê Giştî yê NYê axaftinek kir û ragihand: “Li vî bajarî bi deh hezaran kes di kêliyekî ku qasê çavên xwe vekirin û girtin de jiyana xwe ji dest dan.”

Antonio Guterres ragihand, piştî êrîşê kesên ku di jiyanê de jî man, ji ber bandora radyoaktîvîteyê bi pirsgirêkên tenduristiyê yên wek penceşêrê re tekoşînê dikin. Divê ji tiştên ku hatine jiyîn ders û ezmûn bên wergirtin.

Guterres got: “Li Ukrayna, Rojhilata Navîn û Nîv Girawa Kore krîzên hene gefa nûkleerî jî li gel xwe tîne. Mirovahî bi çekekî tijî û amade ve dilîze.”