Aysel Tugluk ji “Doza Kobanê” bêtawan derket

Aysel Tugluk
Aysel Tugluk

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka berê ya HDPê Aysel Tugluk ji doza Kobanê bêtawan derçû û biryara azadkirina wê hat dayîn. Lê Tugluk ji ber dosyeyeke din nehat berdan.

Aysel Tugluk ji ber xwepêşandanên 6 û 7ê Cotmeha 2014 yên ji bo piştgiriya Kobanê yên li dijî êrişa DAIŞê ligel 108 kesên din dihat dadgehkirin. Di nava kesên tên dadgehkirin de hevserokên berê yên HDPê, parlamenter û endamên desteya rêveber ya HDPê jî hene.

Duhî rûniştina 15emîn ya Doza Kobanê birêve çû. Parlamentera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya li ser Twittera xwe belav kir ku Aysel Tugluk ji Doza Kobanê bêtawan derçûye û biryara azadkirina wê hatiye dayîn. Lê Tugluk ji ber dosyeyeke din, wê girtî bimîne û nayê azadkirin.

Aysel Tugluk 6 sal in girtiye û ji ber dosyeya Kongreya Civaka Demokratîk, sizayê 10 salan girtîgehê lê hatiye birîn. Niha Aysel Tuglul li girtîgehê bi nexweşiya jibîrkirinê ketiye, tevî bangên ji bo azadkirinê, lê hîn jî nehatiye azadkirin.