Sedir tekeziyê li ser hilweşandina parlamentoyê dike

Serokê Tevgera Sedirê: Divê em ji diyalogên lawaz dûr bikevin, pêwîstiya Iraqê bi kiryaran heye, ne bi gotinan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir radigihîne, hilweşandina parlamentoyê, bûye daxwazeke cemawerî û siyasî û ti çareseriyên din li şûna wê tune ne.

Muqteda Sedir di hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Derbarê hilweşandina parlamentoyê, bersivên êrênî ji gelêrî û eşîrî û ji akademîsyen û saziyên civaka sivîl, gotarbêjên minbera Huseynî û ji hin serkirdeyên siyasî yên Kurd, Sunne û heta Şîeyan jî hatin.”

Sedr bang li hemû kesên ku pêşwazî li daxwaza wî ya hilweşandina parlamentoyê kirine, kir ku “ji bo rizgarkirina Iraqê ji diranên gendelî û girêdayîbûnê û sererastkirina pêvajoya siyasî ya ku zirarê dide gel û welat, helwestek cidî nîşan bidin.”

Herwiha got: “Divê em ji diyalogên lawaz dûr bikevin, ji ber ku pêwîstiya Iraqê bi kiryaran heye, ne bi gotinan.”

Got jî: “Bila her kes bizane ku şoreşger heta daxwazên xwe bi cih tînin, dê berdewam bin û ew dest ji daxwazên bernadin. Ev derfeta wan a tekane û dawî ye.”

Her wiha Sedir bang li alîgirên xwe kir: “Hevalên hêja, heta ku daxwaz tên bicihanîn, berdewam bin.”

Çarçoveya Hevehangiyê roja 25ê Tîrmeha borî Mihemed Şiya Sûdanî ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê kandîd kir, alîgirên Tevgera Sedir jî li dijî wê yekê roja 30î Tîrmehê daketin kolanan û derbasî nava avahiya parlamentoya Iraqê bûn.

Piştre jî Serokê Encûmena Nûneran (parlamento) Mihemed Helbûsî ragirtina rûniştinên parlamentoyê ji ber xwepêşandanan ragihand.